Kurdî - Amed - Amedê

08.05.2026 752 okunma
Sûr e Amedê ji kevrên reşe, Sembola Amed sûr û zebeşe, Rengê Amedê kesk û sor xweşe Kesk û sor xweşe rengê zebeşe. Derdora Amed sûr û bedene, Çar alî sûra bax û baxçene, Nav bax û bexça gulê sor hene Gulê sor xwîna şehîdên me ne. Hevsela rengîn gul û beybûne, Pellê wan sipî gulê wan zere, Dinav beybûna gulê sor hene Gulê sor xwîna şehîdên me ne. Amed derman e ji kul û derda, Amed şahîye ji qîz û xorta, Amed şêrîne warê me kurda Amed paytexte paytexta kurda. İbrahim Akbaş 14 03 2018
— (0 oy)
Paylaş: Twitter· Facebook· WhatsApp

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yaz!

Yorumlar moderasyon sonrası yayınlanır.

İbrahim Akbaş — Diğer Şiirler

Tümü →