Kurdî - Demsal hat û çû

24.09.2025 500 okunma
Dîsa dar rûtbûn dîsa bû payîz, Dara pel weşand xelasbû nergîz, Hatin xemlandin xort û bûk û qîz Dîsa hat û çû demsalek e nû. Dîsa mij dûman demsal zivistan, Gir girê ewran birûska vedan, Dinya tarî bû barîya baran, Dîsa hat û çû demsalek e nû. Dîsa sal nû bû dîsa hat bihar, Hatin xemlandin newal û cîhar, Der dor xemilî heyvana têr xwar Dîsa hat û çû demsalek e nû. Dîsa roj germ bû dîsa bû havîn, Pûş palax hişk bû hat heyva navîn, Palevan hatin bênder hat danîn Dîsa hat û çû demsalek e nû. İbrahim Akbaş 29 08 2010 (1)
— (0 oy)
Paylaş: Twitter· Facebook· WhatsApp

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yaz!

Yorumlar moderasyon sonrası yayınlanır.

İbrahim Akbaş — Diğer Şiirler

Tümü →