Kurdî - Ka Kanî

16.09.2025 457 okunma
Dinav zibil li wan gova, Bi xirak û bi wan kava, Carna jî bi veşartonkê Me dilîst heta êvara. Ka pênç kevir kanî heftok, Ka beqlaçoç kanî ew gog, Heçêl erdê tîna wan bû Dicivîyan hemmû zarok. Ka ew den û kanî ew cer, Ka papora çaydan liser, Ka tenûra pîrek liber Ka ew curnê mîrkut liser. Ka cercera ser bêndera, Ka ew haletê dû kêra, Ka gundorê ser xanîya Ka payîz vextê mahsera. Ka wan balîfê kapekê, İro tunne me dayî kê, Ka çira lempe û destar Te çikir bi wan felekê. İbrahim Akbaş 24 12 2006 (2)
— (0 oy)
Paylaş: Twitter· Facebook· WhatsApp

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yaz!

Yorumlar moderasyon sonrası yayınlanır.

İbrahim Akbaş — Diğer Şiirler

Tümü →