Kurdî - Min keçikek dîbû

29.09.2025 581 okunma
Min keçikek dîbû li ser kanîyê, Min bi destê wê girt maç kir ênîyê, Ji ber kû min maç kir ênîya şêrîn Serê xwe berjêr kir ket ber fedîyê. Min keçikek dîbû li nav bîstan bû, Porê wê berdayî tena fîstan bû, Mi got delal çiye ew navê şîrîn Navê xwe got navê wê Gulîstan bû. Li jorê xaniyan min keçik dîbû, Pal dabu teht ê tenê rûniştî bû, Ez çûm ba wê û min maç kir rûyê wê Rûyê wê nermik bû, wek masîyek bû. İbrahim Akbaş 05 05 1998 (1)
— (0 oy)
Paylaş: Twitter· Facebook· WhatsApp

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yaz!

Yorumlar moderasyon sonrası yayınlanır.

İbrahim Akbaş — Diğer Şiirler

Tümü →