Kurdî - Negrî Yarê

17.09.2025 505 okunma
Negrî yar em ne birçînin, Em ji naza ne mirînin, Ne bê libs û ne tazînin Negrî yarê ez qûrbanê. Em saxin zarwê me henin, Zaro ne dûr li cem me nin, Bav û bira nêzî me nin Negrî yarê ez qûrbanê. Em ne birçî ne tazînin, Em herdû ji hev razînin, Em wek mîna Mem û Zînin Negrî yarê ez qûrbanê. Ti wek qîza çardeh salî, Ez wek xortê Şanzdeh salî, Em razînin bi vî halî Negrî yarê ez qûrbanê. Bira wî canê te sax bi, Can ne êşi ne nesax bi, Bira çaxê me ev çax bi Negrî yarê ez qûrbanê. İbrahim Akbaş 11 04 2008 (1)
— (0 oy)
Paylaş: Twitter· Facebook· WhatsApp

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yaz!

Yorumlar moderasyon sonrası yayınlanır.

İbrahim Akbaş — Diğer Şiirler

Tümü →