Kurdî - Amed - Amedê Şiiri
Kurdî - Amed - Amedê
Sûr e Amedê ji kevrên reşe,
Sembola Amed sûr û zebeşe,
Rengê Amedê kesk û sor xweşe
Kesk û sor xweşe rengê zebeşe.
Derdora Amed sûr û bedene,
Çar alî sûra bax û baxçene,
Nav bax û bexça gulê sor hene
Gulê sor xwîna şehîdên me ne.
Hevsela rengîn gul û beybûne,
Pellê wan sipî gulê wan zere,
Dinav beybûna gulê sor hene
Gulê sor xwîna şehîdên me ne.
Amed derman e ji kul û derda,
Amed şahîye ji qîz û xorta,
Amed şêrîne warê me kurda
Amed paytexte paytexta kurda.
İbrahim Akbaş
14 03 2018
443 kez okundu.