Kurdî - Ax dinya Şiiri

Kurdî - Ax dinya

Xêr çû ji bajar û gunda,
Zalim rabûn serî hilda,
Lê dinyayê hera wirda
Tu zalim meskenê derda.

Dinya şerîn çima wabû,
Çima eslê te windabû,
Axlaqê xorta xerabû
Gelo ev dem çima wabû.

Bênamûsa serî hilda,
Xêr û xweşî li te nema,
Zalim dinya bextê winda
Mal xerabê nexweş dinya.

Madem xweşî li te nema,
Esl û feslê te bû winda,
Eyb û fedî li te nema
Teqlo meqlo bivi dinya.

İbrahim Akbaş
27 12 2007 (1)

İbrahim Akbaş Şiirleri

222 kez okundu.

Kurdî - Ax dinya Şiiri Hakkında Yorum Yazın

Şiir hakkında henüz yorum yazılmamış.
İlk yorumu üstteki formu kullanarak yazabilirsiniz.