Kurdî - Ew dema çû dîsa nayê Şiiri
Kurdî - Ew dema çû dîsa nayê
Kanî wexta ez ciwan bûm,
Ez bi dostbûm bi mêvan bûm,
Li civat û li koman bûm
Ew dema çû dîsa nayê.
Kanî wexta ez bi dil bûm,
Diqaqibîm wek bilbilbûm,
Ne bi dert bûm ne bi kül bûm
Ew dema çû dîsa nayê.
Kanî wexta ez însan bûm,
Dipeyîvîm bi ziman bûm,
Çol û çîya wez şivan bûm
Ew dema çû dîsa nayê.
Malamin li serê gund bû,
Xanîyêmin ser û bin bû,
Dîwarê hewşam bilind bû
Ew dema çû dîsa nayê.
İbrahim Akbaş
09 10 2006 (1)
374 kez okundu.