Kurdî - Ka Kanî Şiiri

Kurdî - Ka Kanî

Dinav zibil li wan gova,
Bi xirak û bi wan kava,
Carna jî bi veşartonkê
Me dilîst heta êvara.

Ka pênç kevir kanî heftok,
Ka beqlaçoç kanî ew gog,
Heçêl erdê tîna wan bû
Dicivîyan hemmû zarok.

Ka ew den û kanî ew cer,
Ka papora çaydan liser,
Ka tenûra pîrek liber
Ka ew curnê mîrkut liser.

Ka cercera ser bêndera,
Ka ew haletê dû kêra,
Ka gundorê ser xanîya
Ka payîz vextê mahsera.

Ka wan balîfê kapekê,
İro tunne me dayî kê,
Ka çira lempe û destar
Te çikir bi wan felekê.

İbrahim Akbaş
24 12 2006 (2)

İbrahim Akbaş Şiirleri

175 kez okundu.

Kurdî - Ka Kanî Şiiri Hakkında Yorum Yazın

Şiir hakkında henüz yorum yazılmamış.
İlk yorumu üstteki formu kullanarak yazabilirsiniz.