Kurdî - Negrî Yarê Şiiri
Kurdî - Negrî Yarê
Negrî yar em ne birçînin,
Em ji naza ne mirînin,
Ne bê libs û ne tazînin
Negrî yarê ez qûrbanê.
Em saxin zarwê me henin,
Zaro ne dûr li cem me nin,
Bav û bira nêzî me nin
Negrî yarê ez qûrbanê.
Em ne birçî ne tazînin,
Em herdû ji hev razînin,
Em wek mîna Mem û Zînin
Negrî yarê ez qûrbanê.
Ti wek qîza çardeh salî,
Ez wek xortê Şanzdeh salî,
Em razînin bi vî halî
Negrî yarê ez qûrbanê.
Bira wî canê te sax bi,
Can ne êşi ne nesax bi,
Bira çaxê me ev çax bi
Negrî yarê ez qûrbanê.
İbrahim Akbaş
11 04 2008 (1)
173 kez okundu.