Kurdî - Nezer Şiiri
Kurdî - Nezer
Nezer limin hat xezebê,
Rûniştîyi ser kezebê,
Ji kezebê naye derê
Wey nezer tunekî derê.
Çavê xerab lê nezerê,
Înşaaleh tu neki derê
Ew dest negihên tu derê
Ez herim wexta xweş berê.
Kezebamin xerabûyi,
Perçe perçe belabûyi,
Emir bîst û şeş sal bûyi
Nezer dûrî mi ne bûyi.
Hestîyemin hilandîyi,
Herdû çavem korandîyi,
Ji dû pîya yek stendîyi
Ma ka zêde çav li çiyi.
İbrahim Akbaş
17 02 1998
134 kez okundu.