Kurdî - Por xeleka min Şiiri
Kurdî - Por xeleka min
Hesret û miraqa min yar û sazi,
Porxeleka min rindi belengazi,
Ez nema zanim bê ev dinya gevrik
Ji vî dilê birîndar çi dixwazi.
Porxeleka min dibê ez te nakim,
Çûn û hatina cem te jî qut nakim,
Zewaca me herdû kesên birîndar
Dinya xerabibe jî qebûl nakim.
Dibê min digo qey bi henekayi,
Heskirina mê wek xweh û birayi,
Min digo qey navê me herdû kesan
Nakevi şîîr defter û pelayi.
İbrahim Akbaş
14 08 1991 (1)
Cîh: Karanfîl Elektrîk Mêrdîn
160 kez okundu.