Kurdî - Sarê Şiiri
Kurdî - Sarê
Sarê jinek e rind e,
Serê memka bilind e,
Hingî kû gelek rind e
Kes nizan e ji gund e.
Sarê jinek delal e,
Delal û şîr helal e,
Hingî kû pir delal e
Kesê dî be dinale.
Sarê jinek şîrîn e,
Dil bi kul û birîn e,
Hingî kû pir şîrîn e
Yên dîbe dil birîn e.
Sara me dilovan e,
Du zimana dizan e,
Hingî kû dilovan e
Meşa wê pir giran e.
İbrahim Akbaş
02 10 2025
151 kez okundu.