Kurdî - Xal û Xwarzê Şiiri
Kurdî - Xal û Xwarzê
Xwedê nehêl ji wê nefsê,
Kû kir dijmin xal û xwarzê,
Li hev xistin hevdû kuştin
Yek jê mir û yek ket hefsê.
Ne gunehbû ne gunehbû,
Li wan xorta ne gunehbû,
Xal û xwarzê bûn qatilê
Rih û can û emrê hevdû.
Sedema erdê xanîya,
Ev dewrana han gerîya,
Êş û xof û derdê giran
Li ser serê wan barîya.
İbrahim Akbaş
17 09 2007
228 kez okundu.