İbrahim Akbaş
Şiirleri (911)
Kurdî - Çi dem bû
Ew çi dem bû çi devranbû,
Li ser serê hevalan bû,
Çar hevalême şehît bû
Ji bon gellê xwe fedabû.
Kurdî - Negrî Yarê
Negrî yar em ne birçînin,
Em ji naza ne mirînin,
Ne bê libs û ne tazînin
Negrî yarê ez qûrbanê.
Kurdî - Çi dewran bu
Yabo welleh birîndarim,
Birîndarim û stixwarim,
Li vê dinyê nema karim
Dert pir bûyi pê nikarim.
Kurdî - Nezer
Nezer limin hat xezebê,
Rûniştîyi ser kezebê,
Ji kezebê naye derê
Wey nezer tunekî derê.
Kurdî - Keçê
Ew roja ez te nebînim,
Van çavê xwe digerînim,
Wê şevê ez har û dînim
Ji kerba xewna dibînim.
Kurdî - Apo ka Hamîde
Jî ber êşya mîdami,
Pizişka derman dami,
Berî qiyamet rabî
Apo ka Hamîda'mi.
Kurdî - Jinê
Lê lê jinê jina minê,
Rohnîya van çavê minê,
Ne ma bê te diqedînim
Ne sê roj hew rojik dinê.
Kurdî - Çemê Dîcle
Çemê dîcle xerabive,
Av tê nemîn zuha bive,
Bû qatilê çend egîda
Kurê bava bi xwer dibe.
Kurdî - Xal û Xwarzê
Xwedê nehêl ji wê nefsê,
Kû kir dijmin xal û xwarzê,
Li hev xistin hevdû kuştin
Yek jê mir û yek ket hefsê.
Kurdî - Ax dinya
Xêr çû ji bajar û gunda,
Zalim rabûn serî hilda,
Lê dinyayê hera wirda
Tu zalim meskenê derda.
Kurdî - Ax felekê
Ax felekê wax felekê,
Derd û kulê te gelekê,
Te ez kuştum tez hilandim
Xweşî nedamin bîhnekê.
Özlü Sözlerim 29
*İyi günde bin arkadaş olacağına kötü günde bir dost olsun yeter.
*Bahar çiçeksiz, çiçek dikensiz, diken acısız, acı sebepsiz olmaz.
*Değeri parasına endeksli olanın, parası bittiği an değeri de biter.
*Güne başlarken uğurla ki eşini, rast gitsin merak etmeyesin işini.
Hakkında
Aslen Mardinliyim istanbul da ikamet ediyorum. Mesleğim Elektrik Elektronik olup hobi olarak 1989 yılından bu yana şiir yazmaktayim fırsat buldukça amatörce karakalem çiziyorum bağlama çalıyorum